Kurmanci

Di mala jinan ya xweser/Otunom jin û zarokên wan tên parastin, sîreta diden wan û pistgîriya
wan diken, eger ew rastî tund û tûjî ya lesî, derunî û/an sêksî hatibin an jî bi vê yêkê herese li
wan têkirin.
Tund û tûjî gelek rûyê wê hene:
Lêdan, tehdîd, bi serda qîrandin, girtin/hepskirin, acîz kirina seksî û tecawiz, aciz kirna bi
telefonê, zewaca bi darê zorê, paşguh xistin, çavdêrîkirin û kontrolkirin, seqetkirina aleten
cinsî (Senet kirna jinan, Female Genital Mutilation-FGM) û gelek tiştên din.
Her jinek û zarokên wê yên ku rastî şîdetê tên yan jî ji aliyê hevjînê xwe, (berê) hevjînê xwe,
malbatê, cîranê xwe yan jî kesên din ve tên tehdîdkirin, dikarin li mala jinan parastinê bi
destbixen.
Her jinek dikare bête mala jinan, negirêdaye bi

  • Tenduristî
  • Destûra rûniştinê/îqamê
  • rewşa aborî

Jin bi xwe jiyana xwe ya rojane birêxistin dikin û heta ku ji wan re pêwîst be di mala jinan de
dimînin.
Karmend bi parastina bêdengîyê girêdayî ne.
Şêwirmendî û jiyana li mala jinan nenaskirye/sirye û bêpere ye.

lîsteya acîl

Lîsteya rewisa tengavîya
Hûn dikarin bi şev û roj bi jimare telefona 04321-46733 bi mala jinan a Neumünster
têkelîyan/peywendîyan danên. Li wir wê ji wera bêjin, ka hêsta/hîn cîhek betal heye. Eger
wusa be, hûn ê hemî agahdariya, bêtir ji karmendan/hevkaran bistînin.
Eger îmkan heye, ji kerema xwe van tiştên jêr / belgeyên jêr bi xwe re bînin:

  • Cil, Cil û berg
  • Berhemên/tistên paqijiyê
  • Nasname/Nasnameya zarokî/paseport
  • Belgeya ji dayikbûnê
  • Belgeya zewacê/girêbesta marebirînê
  • Belgeyên/pisuleyên Hisaba banqê
  • Karta Hisaba banqê
  • Hejmara diyarî kirî ya Bacê
  • Perê neqd (eger hebe)
  • Karta bîmeya/tamîna tenduristiyê
  • Dermanên girîng
  • Girêbesta xanî/Peymana kirê
  • Kilîla/Mifteya xanî
  • Hejmara perê alîkariya zarokan
  • Deftera fehsa ya zer
  • Deftera Dayikbûnê
  • Karta derzîlêdanê/vaksînê
  • Malzemeyên/tistên dibistanê, birwaname/sihade
  • Fermana/biryara çavlêkirinê / Pejirandina Bavbûnê
  • Pêlîstokên bijare

Ji ber ku dibe, ku pistra ji we re zehmet be, ew belgeyên nuqsan bi desbixey, ji kerema xwe

heya tu karî bî tistan bi xwe ra bîne.

Di rewşek acîl de, her gav xwe û zarokên xwe pêşî her tistî bigehîne cihek ewleh!